
Di jiayanê de pêwîstiya yekem xwenasiye. Mirov ger gav a yekem xwe nas bika. Wek sazûmanên din ên zanistî ya mirovatiyê jî heye. Em gava yekem xwe, gava duem der û dora xwe ango xweza û xwezayî ya zindî nas dikin.
Di zanistiya beş a mirovnasî gelek girînge. Bi vî zanistiyê mirav xwe nas dike. Mirav dizane ‘mirov’ ciye, tevger a mirov ciye? Bi vî sedemê mirov dikare mirovnasî li ser mirov, civak, sazûmanên civak, dîrok a morov lekolîn û agahdariya zanistî bike.
Di nav vî zanistiyê de şax ên antropolojî, psîkolojî û zanistî ya zimîn gelek girînge. Mirov dikare bi awayî yê xwezayî jî xwenasî lêkolîn bike. Lêkolîn a zanistî her dem bi vî awa hêsintir e.
Di bingeh a mirovnasî de antropolojî heye. Antropolojî û lêkolîna wî li ser lêkolîn a mirov û civak û beş ên dad, ziman, ol, rêzanî, tenduristî, huner, dîrok û dîrok a bazirganî, têkilî ya civak û netew e.
Zanistiya mirovnasî di cîhanê de bi navê antropolojî tê naskirin. Mirovnasî ba civaknasî de zanistiyek nu ye. Bi firehî lêkolîna antropolojîyê li ser komnasiya dîrokî, folklor, antropolojiya fizikî û antropolojiya candî ye.
Antropolojî bi rastî zanistiya mirovatiyê ye. Zanistiya mirove lê wek psîkolojîyê li ser kes û kesayetî lêkolîn nake. Lêkolîn li ser mirovatî û civak e lê antropolojî sînorê xwe dizane.
Antropolojî ji zanistî ya dîrok, zanistî ya civakî, xwezayî, psîkolojî, sosyolojî hemsînor e. Antroplojî dem dem xebatkarê arkeolojiyê ye. Li ser rêc a dîroka mirov e. Antropolojî hevcayî ya xwe ji arkeolojî yê digire û sînora xwe kifsh dikê û vedigere.
Di zanistiya atropolojî se Sê pirsên girîng hene:
a- Bo çi sedemê mirvên cihanê û civak wek hevin?
b- Bo çi sedemê mirovên cihanê û civak ne wek hevin?
c- Mirov û civak çima û çawa xwe vediguherînin?
Sê pirs girîng bi vî ava bingehên zanistî ya antroplojî ye. Civaknasî bi wan sê pirsan zanistî ye, lê bersîv ên wan pirsan her dem dikarin xwe biguherin.
Di dîroka jiyana civak de, mirov dizane ki di teybetî de mirov, û di gelemperî de civak tekamul dibe. Va bûyera civakî li rojava û li rojhilat û bakûr û basûr wek hev e.
Di teybiyek din de bûyer ne wek hevin, ew cûdane. Mirov û civak nemirîne û di jiyana zindî de xwe vediguherînin.
Civak û çand ji xwe û bi bandore derveyî jî xwe vediguhere. Dem dem hemberê veguhertin û şoreşa wî raksiyon çê dibe lê jiyan lezgîna, bi lezginî ya xwe de dimeşe. Çax çaxa guhertinê ye. Çand û raman ne bi astengî ya kevneşopî de disekine, bi şoreşa rohanî her dem pêşte tere. Older û siyasetmedarên kovneşopî jî nikarin bibin asteng.
Sazumana xulamî her dem bi kevneperestiya ol û kevneperesti ya sazûmanên dîktatorî û bi xapandin ava dibe. Gel bi ronahîya zanistî xwe zana dike.
Zanistiya mirovnasî di saxê antropoljî de sedemên guhertinên çand û jiyana gel derdixine hole. Mirov bi lêkolîna zanistî û zanyarên antroplojî ji dîroka mirov heta îro bi sedemên bûyeran û di dawî ya bûyeran de encamên wan derdixînin hole.
Çaxa demokrasî de jiyan ne bi derewên rûreşan dimeşe, jiyan di ronahiya zanistî ya mirovnasî dimeşe. Jiyana soreşgeri ya demokrasîyê jiyanek zelal û birêz û birûmet e. Mêjî yê mirov ên birêz û birûmetin ne tariye., gelek roniye û zelale. Di sazûmana demoksiyê de tirsa zorbazan tine. Kes xwe di taritîya sazûmanên kevn de neveşartî ye.
Kani Yado









