kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

Jiyan Bi Bêhna Gul û Kulîlkan Azade

Posted by kaniyasor 8 Kasım 2014

Kanî Yado – 08.11.2014

Bi rastî mirov azadîxwaze? Bi piranî kes nizane çi dixwaze. Eger bi rastî kes azadîxwas be, kes bi xwe rojbasdede-e1413219006683tê bîra xwe û ji xwe azadiye dixwaze. Çawa ku mirow dikare xwe bindest bike, dikare xwe azad jî bike.

Azadîxwastin xwastinek ji dilê germe. Dil bindestiyê  bixwaze, dibe ku bibe xwediyê qedera reş û bibe koleyê ber deriyê zordestan, belengazê ber dîwaran, bende ya  axan û oldaran. Bindestî jiyana reşe ango jiyana tariye.

Azadî tamek xweşe, lê ne tê xwarin ne jî tê vexwarin. Azadî tê jiyankirin. Jiyana azad çiye?

Jiyana azad gulîstane. Gul, bi rengê sor, pembe, mor û zer, bêhna xwe wek mîs û amber û bedewiya xwe bi cûdayî nîşan dide.

Kî kê azad dike? Siyasetmedar û oldar dikarin mirov azad bikin?

Serbestî û serbestbûn, ango azadî û azadbûn karê  siyaset û siyasetmedaran nîne. Siyasetmedar  li ser mijara azadî dipeyve, lê nikare kesan an jî gel azad bike. Azadîxwazî wek newal ji dilê mirov diherike û dibe behra azadiya welat. Ew tekoşîna hemberê binderstiyê ye.

Bi virên oldarî û bi virên siyasetê, azadî dibe mijarê siyasetê lê siyaset û siysetmedar nikarın kes azad bikin.

Kesên bindest her dem pesna bindestiya sazumanan dikin. Bi navê îdeolojîyan û navên partiyan û serokên xwe pesna sazûmana bindestiya xwe dikin. Sazûmana koledariya oldarî her dem wek ewrên reş liser bexta kes û bexta gel digerin.

Mirov çima azadiyê dixwaze?

Her kes azadiyê naxwaze. Boy bindestên bêhiş û bêraman azidixwazî tirsek gelek mezine. Kesên bindestên sazûmana koledarî, ango sazûmana oldarî bin tesîra tirsan, an jî bin tesîra siya tirsan helak bûne.

Li jiyana gorîstana Îslamî de çawa bi wî giyana  tarî de mirov azad dibe?

Bindestên olî, binbarên bê aqıl bin barê gran, barê Elî û Osman, Muavîye û Omer û Yezîd, bi tirsa şûrê zalim, zulfiqara xwînî dilerzin! Tirs tirsa mezin, tirsa kêvroşkan e. Tajî yên Ereban n^çîra Kêvroşkên Ereban dikin.  Kêvroşk di çola Kerbela dibezin, bê av û bê nan tev tirsa xwe dimirin û şûr û zordestiya şeriatê dest ehl-i Sünnet el Cemaat de dom dibe…

Me pir caran dît  ku kes qedayek mezin tîne serê xwe û xaliyê li serê xwe dike! Boy Elî, boy Hesen û Husên û  boy Mehemed digîre û diqêre!  Wer diqîre, wer gazî dike ku, dar û kevir dihêje, hemberê wan ker û çûk û kew û kêvroşk dikenin.

Mirov di  dilê xwe de “nezanî gelek bi êşe” dibêje. Bi rastî ez diecêbim! Mirov bi vî şiklê kul û êşa tarî çawa dimeşe? Hey jiyano jiyano, jiyana tarî! Va çı rewşa tarî û rewşa bêrêze?

Her kes xwediyê kesitiyê ye. Kesitî jî xwediyê hola azadiyê an bindestiyê ye. Di jiyanê de kes û kesitî bihevrene. Azadî an jî bindestî di kesitiyê de kedî dibe. Mirov bi derewên olî û siyasî zanayî nabe û hola azadiyê nıkare fireh bike.

Mirov ger karxistina azadiyê bizane. Zanîn bi kesitiya zelal û kesitiya zanayî tê holê. Me çawa ku mînakek olî da, eger kes boy Elî û Hesen û Husên û Mehemed bigîre, ew kes boy xwe nagîre. li çokên xwe dixine û xaliya reş li serê xwe dike!

Kesên azad bihevre civak û jiyana azad, kesên bindest bihevre civak û jiyana bindest tînin holê. Ol ideolojiya bindestiyê ye, jiyana azad bingeha teoriya  zanistî ya azadiyê ye.

Bi rastî azadî çiye? Azadî tê girtin û têfroştin? Mirov dikare ji kesek din azadiyê bixwaze? Serokê min, bikerema xwe sê kîlo azadî bide min! Çawa dibe? Serokên siyasetê jî yek kese, ew jî bindestin.

Tirs û xofa mezin ji baweriya ola çolê, ango ola hovan tê. Em çar deh sedsalan bin xofa giyanî bindest û birîndar bûn. Bin xofa zulfiqara Elî û şûra Yezîd jiyan bê rêz dimeşe. Mêjiya mirov, bin tesîra xofa ola çolê ya hov û kevneşopî de kurmî dibe. Tesîra zextên faşîzmê û zexta barên kevneperestî wekhev e. Em gelên Mezopotamya dizanin ku, IŞİD bi şûrê Eli, Osman, Ömer kesên hêrem serjê dikin. Kurd bi vî rastiya dîrokî hemberê hovî ya IŞİD şer dike.

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s

 
%d blogcu bunu beğendi: