kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

PÊKENOK Û KEN Û QÊRÎN

Posted by kaniyasor 10 Nisan 2018

k.y.Kani Yado

Kesên ku min nas dikin, dizanin ku tinazên min hemberê tolazan û hemberê dujmin ên bêbext her dem amade ye. Tinazên min, pêkenokên min, ken û qêrîn ên min jî, wek jiyan a min bi devkenî ye.

Bi rastî, ken jiyana bi dengî û rengîn e. Pêkenok û tinaz bi hevre, jiyana rojane bi bedewiya wêje reng û reng dineqşîne û watedar dike.

Em her dem, ser kenan û pêkenokan û tinazan, nivîsên xwe dixemilînin. Ango xemla me bi nivîsî, tinaz û pêkenok bi wêje  devkeniye. Lê ji boy tinazan mijar û kes pêwîste.

Em çima derbarê serok û siyasetmedar ên Kurdan û Tırkan û Ereban û toz û dûmanên reş tinazê xwe nekim?

Em çima li kerên xwe sîwar nebin, çima?

Min got, toz a bin lingên serokên Tirkan û Kurdan kirine tebarik. Serokên xwe kirine dîqtatorên nemir! De here lo, ew çi sosretiye!

Gelek heval û cîran û kesên bêkes hêrs ketin. Em nikarin ji boyî qedr û qîmet a heval û ciranan, li penûs û zimanê xwe kilît lêxin. Kes dikare zilm û zordestî li xwe bike?

Ramusin a solên neyaran karê xulaman e. Tinaz tinaz e, kî dikare ji ber tinazan xwe biparêze?

Ewr û ezman helweşin li ser erdê, erd helweşe li ser jiyana min jî, ez tinazê xwe, bi kertîya keran û mirovên bêwîjdan, olên kewneperest, oldar û siyasetmedarên firoşyar dikim.

Camêr û canikên bindest ez ne rastim?

Her kes xwedî yê kar û barê xwe ye. Ez jî xwedî yê wêje û pêkenok û tinazên xwe me.

Gelo, ez her dem devkenim. Kes dikare kenên devê min qedexe bike? Ez bixwe jî nıkarım ken û qêrîn ên xwe qedexe bikim.

Serokcumhûr û serokwezîrê Tırkan û siyasetmedar û robotên Kurdan gelek bihêrsin!

Bi hêrs û hêzên xwe êrîşe li ser mafên tinazê mirov dikin. Lê em ji bi tinaz û ken û pêkenokên xwe, xwe diparêzin. Serkerê siyasetê zagona nu derdixîe û hemberê hêzên medya ya civakî şer dike!

Bawer bikin, jiyan a mirov bixwe pêkenok e. Ken û tinazên me hemberê xayînan, neyaran û firoşyaran jî ken û tinaz e.

Firoşyar ên Kurdan û Tirkan ne ji jor hatine! Ew bi xwe mijarên pêkenok û tinazan in.

Em Kurd jî neteweyek li ser cihanê jiyan dikin, em jî xwedîyê çand û ziman û tınaz û pêkenokên xwe ne.

Mijarên Kurdan ji boy henek û tinaz û pêkenokan gelek dewlemend e.

Dewlet û millet a Tırk, jî boy Kurdan pêkenoka dawî ye. Mar û mişk ên me, ker û berxikên me, bi rewş a wan dikenin. Ken her dem ken e. Ken hemberê kena bêşermî û berjêrxistin a wan jî kene. Welat ê wan, jî kewroşkên pêkenok ên kenan in.

Rêzanên Kurdên bakûr wek bilbilin. Em çawa tinazên xwe bi bilbil û stranên bilbil nakin? Stran ên dilşevitî ê bilbilê, li ser evînî ya Kemalizmê ye. Dil dil e, boy dil astengî kar nake!

Îro hêzên tinazên me jî hêrîşek mezin li ser wan dike.  Ew gelek xeyîdiyan, lê bê henekî rewşa wan mijarek pêkenokek xweş e.

Jiyana cihanê bi vî awa ye. Em jî henek, tinaz û berjêrxistin a xwe bi paşan, bi siyasetmedaran bi keran û golikan dikin. Em tşinazên xwe bi serokwezîran û serokcumhuran nekin?

Mijarên ji sosretan derdikevin, dewlemendîya pêkenok û tinazên min in. Ez û devkenî ya xwe û tinaz û henek û pêkenok ên xwe ji hev naqetin.

Em tinazên xwe bi tolazan, siyasetmedaran, oldarên kewneperest û dagirkerên din dikin. Pêwîste ku mirov her dem bikene. Ken jiyane û devkenî dilşayî ya jiyanê ye.

Em dizanin ku, azadiya mirov, bi fikr û raman û armanca gel, bi zimanê devkenî û zimanê aşitî pêwîste. Bê pêkenokan, bê ken û henekan dilşayî çê dibe?

İsal em hemû gelek xeyîdîyan, Em dizanin kû darê bivir ji darê ye. Kevir ê mezin li ser serê Kurdan û birîna ser û pişta me gelek kûre. Em birîn a kûr dizanin, lê kanê derman?

Xalî lı serê min! Way dayîka min! Hevalên min, cîran ên min! Serê min û pişta min dêşe!  Ax pişta min! Dîsa jî jiyan bê ken û devkenî nabe. Ango jiyan bi xwe pêkenok e

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

w

Connecting to %s

 
%d blogcu bunu beğendi: