kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

KESAHÎ Û RÛMET

Posted by kaniyasor 24 Ocak 2012

Di psîkolojiyê de bêkesi heye lê nekesî tûne. ’Bêkesî’ bo mirovê tenhayî tê gotin. Her kes xwedî yê kesitî ya xwe ye. ’Kes’ nekes nîne, lê kesitiya wî başe an jî nebaşe. Gel nav xwe de ’nekesî’ di peyva negatif fêm dike.

Rewîştî jî bi vi awa ye. Bûyerî ya nerewîştî tune. Her kes rewiştîne, lê rêwîştî ya pozîtîv e, an jî negativ e. ’Rewiştî’ jî bigorî ye. Zevaca bi du jin, an jî çar jin li herêmek Îslam birêzike, lê li herêmek din nîne.

Kesahî  xuyang a mirov e. Bêguman ew xuyang, bi giyan û kes dîdar e. Mirov dikare kes û giyana wî/wê ji hev veqetîne? Ew wek mêjo û raman ji hev necûdayîne.

Miroven cihanê, hevcedarê xwarin û vexwarin û hevceyên jiyanê ye. Di vî sazûmana de xwe  perwerde dike, kar dike û çand û hunerên xwe li ser bingeha jiyana xwe dimezirîne. Her mirov, her netew ger li ser rîçal a xwe, jiyana xwe saz bike. Eger bi vî sazkirina xwe de ne mezirîne, di cihanê de sosret dibe. ne usaye?

Mînakek bidim, çand a Ereban û ol a Ereban, bi hevre ahengdarin, lê çanda Kurdan bi çand a Ereban û Tirkan ne ahengdare. Sosretên li cihanê dijîn, bi vî awa sosret bûn.

Korbawermendên Kurdan bi vî sosretiyê de mirov nizane Erebe an jî Kurde! Silavdan, silav gritin û nifir û bergerandin ê wan hemû bi Erebiye!

Eger kes navê xwe Erebî, paşnavê xwe Tirkî be, silavdan û sılavgirtin Erebî, raman û  dilşayî, gazî, xewn û xeyalên wî bi Tirkî be, bo wî kesî rûmet ên netewî çine? Bi çi sedemê Tirk, fars, Ereb bi Kurdî napeyvin? Kurd Tirkî dizanin,lê Tirk çima zimanê me nizanin?

Eger girêdanî ya rûmet ên netewî sist be, kesahî ya mirov jî sist dibe. Bingeha hovî û şarezahî de an sistbûn an jî girêdayî heye.

Civat jî wek darê mêwîyan e. Dar pel û kulîlk dide û mêwê digire, mêwî bin germiya roje de digêhîşe. Mêwî ê gihêştî tê xwarinê. Civat jî bi vî awa ye.  Di sazûmana hilberîn a xwe de  pêş de tere û di civakî û perwerdeyî de digehîşe.

Di vî kar û barê jiyanê de çand a civak çê dibe. Bî vî awa huner û wêje jî digêhîşe. Mirov her dem bin tirsa xwezayî û tirsa kewneşop û bandora civakî dije. Subjeyên sedemên tirs, kewneşop û bandora civakî hemû ji vî sazûmanê ye.

Bin bandor a cıvak û tirsa xwezayî mirov çawa xwe diparêze? Mirov meterîs û hacetên xwe gora çanda xwe çê dike. Mirov di dîrokê de bo şûna xwe şîkeft an jî xanî, bo lakûna xwe cil çê kir.

Di dîrok a mirov de jî em pê hêsiyan ki, mirov him ji xweza, him jî ji mirov ditirse. Bi vî tirsê de xwe bi ol û hacetên din xwe diparêziye. Koledar û bende yên wan, hemû bendewarê ol û kewneşopên xwe de dijîn.

Di kar û barên jiyanê de hilbêrin bûyer e. Di vî sazûmanê de hêzên hilbêrin tên hole. Di vî sazûmana civakî de encamên giyanî û negiyanî rûmet ên jiyanêne.

Gelek kewneşop hene ew ne rûmetin. Eger mînakek bidim, kewneşop ên Ereban an jî ên Tirkan ne rûmetên mene. Kewneperest dibêjin kewneşop ên olî, ji jor hatin! Kê go? Derewên bê bingehî!

 

 LÎNKÊN MIJARAN :

ŞOREŞA RÛREŞAN Û SOREŞA AZADİYÊ

Ocak 28, 2012 – 12:03 am

KESAHÎ Û RÛMET

Ocak 24, 2012 – 12:51 am

PSÎKOLOJİYA RÊZANÎ

Ocak 19, 2012 – 12:45 am

SERKEVIRÎ

Aralık 17, 2011 – 12:40 am

TADE , TADEDARÎ Û AZADÎ

Aralık 16, 2011 – 10:27 am

KESÊN BÊKES

Aralık 15, 2011 – 9:18 am

BINBîR A BÊ KESÎ Û BINDESTÎ

4 Yanıt to “KESAHÎ Û RÛMET”

  1. […] KESAHÎ Û RÛMET […]

  2. […] KESAHÎ Û RÛMET […]

  3. […] KESAHÎ Û RÛMET […]

  4. […] KESAHÎ Û RÛMET […]

Yorum bırakın