kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

PSÎKOLOJİYÊ DE DURÛTΠNEXWEŞİYE

Posted by kaniyasor 25 Mart 2012

Kesahî ya bîrdar hewcedar ê pirrûyî nîne. Mirov ên zana bi rûyek paqij, bi fikir û ramanên delal û li ser alî yê xwe ê zelal, jiyana xwe jî zelal dike.

Durûtî nexweşiyêk derûniye. Nexweşî ya giyanî ji bindestiyê çê dibe. Zordestiya li ser mêtingehan de çê dibe, psîkolojî ya gel xerab dike. Mirov di vî kompleksa jiyanê de bi durûtî ya xwe ava dike û bi vî durûtiyê de dije.

Rûyê derewkarî ê duhem çawa çê dibe? Mirov bi çi rengê bi vî hewceyî yê jiyana xwe serrast dike? Derew hewceyî ye?

Jiyanek rast û jiyanek derewîn di dest mirov de nîne. Gora mirovên nexweş derew rastin. Ew bi derewên xwe bawer dikin.

Derew bi du sedeman mêjoyê mirov de cîh digire. Sedama yekem de bi sîstema kevneperestî cîh digire. Sedema duhem de hewceyê giyaniye. Derew bo wan stargehe. Derew an olî an siyasî an dirokî an jî civakîne.

Balkêşa xwe bidin ser stratejiya dagirkeran. Bi zimanê xwe gel perwerde dikin. Çima? Di perwerde ya dagirkeran mirov çawa bi jiyanek xweşî dije?

Bi sedema  vî perwerda dagirkeran mirov xwediyê durûyên kesitî dibe. Rûyek kesîti ê belengaze. Rûyê  duem rûyê rûreşe. Ew rû bi destê dagirkeran çê bûye. Di sîstama Kemalîzmê de gelek Kurd bi vî awa sosret bûn.

Di jiyana kevneşopî de mirov xwediyê pir rûyan e. Rû yê xwezayî her dem ba mirov e. Rûyên din ê zêde gora xweparezî û derewên xwe ava dibe.

Kes naxwaze durû be, lê kes durûye. Dı psikolojiya civakî de jiyan a bijûn gelek giringe. Gelên bindest ên bin gef û bandûra dewlet û olên kewneperest dijîn, jiyana wan di nexweşiyê de dimeşe.

Durûtî ji nezantiyê tê hole. Nezan bi pesnên xwe nezantiya xwe vedişêre. Nezantiyê bin siya jiberên xwe por dike. Her dem dora rastiyê digere û digere lê roje kî jî rastiyê nabîne. Derewîn ne bi bîra xwe, dora jiberên xwe kar digere. Her dem derewên xwe bi vir û fend û dekên xwe vedişêre.

Egermirov dîroka mirovahî bizane, dikare her pirsgirêk ên civakî çareser bike. Çima kes durûyî ye? Gel ji çi didirse? Binbîra kes çawa hewcedar ê derewan dıbe?

Komkujî di dîrokê de gelek zêde çê bû. Her kes bin bandûra  êşên şer de helak bûn. Her sed sal bi wan êşan hîşyar bûn ta îro em dibihîsin. Kes, zarok, malbat  bi wî mijarên dîrokî  dipeyvin û dixûnin. Zarok bi vî tengezarî ya dîrokî mezin dibin. Mirov bi vî awa, civak bi psîkolojî ya newxeş dije.

Kurdek Elewî xwedî yê pir rûyan e. Him Zerdûştîye, him Îslam e. Bin tirs û bandûr a komkujî de xwe bi rûyek nû diparêze. Him materialist e him jî oldare. Him gundî ye him ji Komunist e.

Neyweşî ya durûtî bi granî vrşartî ye. Mirov li gundan an li bajan dije. He rkes di kûçe yên bajaran de dimeşe. Kes dizane kî xweşe û kî nexweşe? Dema mirov bi dîyalogek zindî çê bike mirov nexweşiyek gran an jî nexweşiyek sivik dibîne.

Mirovên bêmêjo nexweş dikeve?  An jî mirov çawa bawer dike bi xwe xweşe an jî nexweşe?

Gor zanîstî ya psîkolojî de xwezayî ya mirov de jî nexweşî ya giyanî tune.

Durûtî di nezanî û xweveşartiyê de çê dibe.

Ker kertiya xwe vedişêre?

Çûk azadiya xwe vedişêre?

Gul û sosin rengên xwe vedişêrin?

Perperok bedewiya xwe vedişêre?

Çima mirov durûtî ya xwe vedişêrin?

Durûyî wek elokên gêj  serê xwe vedişêre lê laş derve dimîne! Wek siyasetmedaran bi pesn û derewên xwe pê û bask û çav li ezmanan difire!

Jiyan a xwezayî her dem xwe neveşartiye. Giyana wan nexweş nine.

Nexweşî ya derûnî di bîr û binbîra mirov de çê dibe.

 

Yorum bırakın