kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

Mafên Jinan û durûtîya Mêran

Posted by kaniyasor 30 Kasım 2012

aaa-karanlik-kirmizi2.wwwkaniyasorKani Yado – 30.11.2012

Mirov dikare bêje, jin bindest bin mêr jî bindest in. Bi dîtin a rastî de, welatên ku jin bindest bin ew welat jî  bindest e. Bindestî ya jinan bindestî ya mêran e jî. Jin dayîka mêran nîne? Dayîk bindest be mêr jî bindest in. Bindestî ya mêr û jinan bindestî ya welat e.

Ji bo azadiya jinan her kes tiştek baş peşkeş dike, lê mêr bi durûtîya xwe de ne dilsozin.

Di Koma Miletan de jî bo azadî ya jinan û zarokên cîhanê  pir biryarên grîng girtin. Di şeriata İslamî de, bi navê Xwadê azadî ji bo jinan bisînor e. Xwarin û vexwarin di malbata xwe de ne qedexeye, lê karê civakî bi grêdarî ya destûra mêran e.

Ol bi xwe siyaset û sazûman a  mêran e. Sazûmanên siyaseta a nû jî wek olên kevn bo mêran e.

Di sazûman a mêran de, siyaset bi dilsozî mafê jinan diparêze gelo?

Ez bawer nakim. Gotinên serîpozî parastin nîne. Di kevneşop ên sazûman û rêxistin ên  mêran de bi dil û can mafên jinan nayên parastin.

Durûtî ya mêran ji ku tê?

Dem a sazûmana koledarî de zordestî li ser hemû mirov ên bindest çê bût, mêr gav bi gav bi bihêz bûn. Di wî pêvajo de bo jinan jî hêdî hêdî bindestî çê bût. Di teorîyê de mêr mafên jinan biparêzin jî, di pratîka wan de mêr xwe li ser jinan de xwe  bi hukumdarên mafdar dibînin. Di hêzên siyasî de jî dixwazin jin bin siya mêran de bimeşin.

Mêr dixwazin  li ser mêran de jî zordestî çê dikin çawa ser jinan çê nakin?

Dema mirov bindest be bindestî ya xwe tev jinên neazad re parve dikin û jinan dikin bindestên xwe.

Camêrên bindestên ol û sazûmanên kevneşopî, jinên xwe jî wek xwe bindest dikin.

Mêranî ya bindestên sazûmana koledarî, Jinan bi paçikên reş dipêçin û wek malên bazarê ambalaj dikin. Gora wan jin milk e. Ew dikarin bikirin û karbixînin. Mal bo  bazarê emtîya ye.

Mirovên bindest bi ramanên olî û bi jiyana kevneşopî dom dike.

Çêtirdîtin a kevneperestiyê ne çêtirdîtin a azadiyê ye; ew çêtirdîtin a bindestiyê ye. Hiş bêmêjî nabe, lê bêmêjîtiyê mirov dikare di ramanên kevneperestan de bibîne.

Jin nikarin azadiya jinan bi tenhayî bi hêz ên siyasî dest bixinin. Bingeha siyasetê û azadî civakî ye. Bo Jinan jî wek mêran  tevgerên civakî pêwîste.

Bo jiyanê çande, wêne, huner gelek grînge. Bê wî bingehan mirov wek darê hişk ê bê gulî û bê pel û bê kulîlk e. Vana hemû bo mirov çav, guh û mêjîne. Bê weje mirov bi zimanek gemar, bê guh mirov ker, bê çav mirov kor e. Bê vana jiyan çava derbas dibe?

Pirên Kurdan bo jinan ’kulfet’ dibêjin, çima? Jin çi zehmet didin mêran, va çı kertiye? Jin him mêran neh mehan di zikê xwe de bigerîne, zarok mezin be û bo jinan “kulfet“ bêje! Bi rastî mêr ’kulfet’ên jinan in.

Mêr bo mirovatî pirsgêrekek mezine. Ango mêr bo cîhanê bêtar in. Bi hiş ên neyar şeran derdixînin, him jî mêr sedemên bindestiyê ne.

Di ramanên kewneperestî de mêr bo dayîkan “cennet, bin lingên dayîkande ye’ dibêjin. Dayîk jî ne jin e? Çima mafên dayîkan di gemariya mêran de ne zelal e? Dayîk jine, Jin namûs e? Ew kevneperestên şeraîtî bo çi dayîk a xwe ango namûs a xwe wek padîşahên Osmanî û  wek deve yên Mekkeyî dikin carîye û dikirin û difiroşin? Va bênamûsî nine gelo?

Yorum bırakın