kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

ZANISTÎ Û RAMAN

Posted by kaniyasor 23 Ocak 2013

k.y.Kani Yado – 23.01.2013

Jiyana mirov  li ser bingeh a  kesitî ya mirov ava dibe.
Kesitî ya mirov jî bi kes û bîr a xwe ye. Kes û mêjî ya kes hevre bûjenî ye. Boy  jiyanek bîrdar û hişyarî mirov hewceyî ya bîr û raman e.

Raman ji bûjen û rastî ya jiyan a bûjen de xûya dike. Bi rastî ew  bîr a mirov e. Binbîr a mirov gorî dîroka jîyan a mirov û bîra wî ava dive. Bê hiş bîr a mirov dikare ava bibe?

Jiyan a mirovatî de zan û zanistî gelek girîng e. Ji bo  zanistî raman, ji bo raman jî hiş û bîr pêwîst e. Di jiyanek bindest de bîr û raman Jî bindest e. Di bindestîyê de jiyan her dem bixwe jiberî ye.

Pêwendî ya bûjen û raman wek mirov û giyan a mirov e. Roj û ronahî bi rastî mînakek gelek di cîh deye.

Paşdemayî ya civakî  paşdemayî ya ramanî ye. Jiyana olî paşdemayî ya jiyan a mirov e. Bi vî rewş a civakî zanistî paşde dimîne.

Pirên kesan di vî  pirsgirêk ê girîng de şaş difikirin. Di zanistiyê de rastî û raman gorî siyasetê nîne. Lê daxwaza siyasetmedarên derewîn  zanistiyê  gorî derewên xwe şîrove kirin e. Siyaset a şaş bi xwe neraste. Ew nikarin rastiyê serrast bikin.

Siyasetmedarên Civakên paşdemayî dixwazin her dem gelê belengaz bindestên xwe de wek kewên pelisî berdest bikin. Bo vî sedemê rojeva me ’demokrasî ji bo gel’ pewîste. Di sazûmanên neazad de gel îrade nîne. Îrade ya gel û gel bo zordestan wek lîstik in.

Em nikarin dîtinên xwe ên zanistî gorî siyasetan û kesan û berjewendîyan berpêş bikin an jî biweşînin. Bo vî sedemê nêrîn a me û sîyasetmedaran cûdane. Lê zanistî ya rêzanî her dem ji bo sîyasetmedaran her dem rê rast nîşan didin.

Teorîyên civakî wek dîsîplîn ên pozîtîf bi derewên sîyasî xwe serrast nakin. Xwe bi rastî yên zanistî  xwe birêz dikin.

Em nivîs ên siyasî jî dinivîsin, lê ne bi gorî sîyasetmedaran, bi gorî rastî ya zanistî. Ger ew diyax a rastî yên me bikin, em jî diyaxa derewên wan bikin. Toleransa jiyana azadî him pêşveçûna kes e, him jî pêşveçûna gel e.

Bi sazûmanên zordestî, jiyan a bûjenî ya mirov û jiyana giyanî ya mirov pêşve nare. Sazûmanên zordestî sedemên paşdemayî ya aborî ye jî. Di vî rewşa de civan bi zanistî û raman de jî gelek nerast dibin.

Bi gorî siyaseta îro, rastî ji bo îro ye. Di zanistîyê de rastî her dem rastî ye.

Werze, astronomî, kimye, fizik li her heremên cîhanê  rastî ya wan yek e. Ji bo kevneperastan rastî pir giring nîne. Ji bo wan dîtina agahî ya zanistî ramanên olî ne. Herdemî de parêzgerên olî re zanyar, dîtin a olî re jî zanistî tê gotin lê nerast e. Derewên kevn îro ji bo jiyana nû pêkenoke.

Di sazûman a perwerdeyî ya olî de rastî û nerastî pir ne giringe. Gotin ên kevn bo wan rast e. Ew pîvik ên zanistî kar naynin.

Yorum bırakın