kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

ZIMAN Û RÛMET

Posted by kaniyasor 25 Şubat 2013

Kani Yado -25.02.2013 Li Kurdîstan a Bakûr di siyaset a rojanî bi zêdetir Kurdaaa-kaniyado.2 gelek bi lez in. Bo çi? Ji bo avakirin a dewlet a xwe? Na  haşa! Dewlet tiştek nebaş e! Wey mala minê! Mirov bê avakirina  dewlet a neteweyî çava azad dibe? Bin bandor û bindestî ya dagirkeran de azadî nabe!

Bê gel û ziman û welat netewe, bê netewe dewlet ava nabe. Bê dewlet navê Kurdîstan a rengîn ser axa cîhanê nayê nivîsandin. Bê navê axa Kurdîstanê kî Kurdan nas dike!

Dewlet ên cîhanê jî wek civak her dem kom dibin û bo pirsgêrek ên gelan bîryaran digirin, ji bo pêşvaçûna perwerdeyî ya gelan û çand, aborî û zanistiya wan bîryar digirin.

Kurdîstan jî endam ê cîhanê ye û tev gelên cîhanê dibe. Lê bê serxwebûn û azadî nikare  endamê cîhan be. Kurd pewîste ku her çar parçe hevre yekîtî çê bikin û pirsgêrek ên xwe çareser bikin.

Ji bo yekitî  ya Kurdan çi hewceyî heye?

Di zanistî ya civaknasî de, ango zanistî ya sosyolojî de netewe hevceyê ziman, ax û dirokê ye. Gel bê dîrok a xwe  hîşyar nabin. Mirov, civat û netewe cava bê dîrok û bê pêşeroj dibe? Netewe jî wek mirov hewceyê kesitî ye. Kesitî ya netew jî wek kesan, bi nave xwe, bîr û zıman û çand a xwe ava dibin û tê nas kirin. Bi vî rewşa, mirov dizane ku, netewe ya me nave xwe Kurd, welat navê xwe Kurdîstan e û Kurd bi ziman, çand û bi bîr a dirok a xwe heye.

Gelên me  ku li Tirkiyeyê û li Kurdîstan a Bakûr djîn, zimanê wan di hereşeyek mezin de ye. Pirên Kurdan zimanê Kurdî nizanin. Bi tesîr a asîmîlasyonê hereşeya winda kirina zimanê xwe û kesitî ya xwe heye. Ramanên nivîsî an jî ê peyvî bi zimanê Tirkî bikartînin.

Hereşe ya mezin Kurd zimanê xwe, bi tesîr a asîmîlasyon a  Tirk, ziman ê Tirkî çêtir dibînin. Bi vî lez a asîmîlastonê zimanê Kurdî dema kurt de wenda dibe. Dewlet a Türkiye ji bo vî sedemê bingeh a wendabûn a ziman ê Kurdî bi siyaset a perwerdeyî lez bi lez ava dike.

Astengî ya zimanê Kurdî çi ye?

Astengî ne ziman e, astengî mirov bi xwe ye. Her dem mirov dikare zimanê xwe hîn be, ango mirov dikare hemberê nêt a dewlet a Tirk zimanê, bi zimanê Kurdî zanistiyê de jî karbixîne û pêş bixîne.

Li pirên heremên Kurdîstanê gel bi zimanek zelal nikare karbixîne. Nav axaftinan de peyvên biyanî gelek zêde ye. Di civînên siyaset a Kurdî de jî bi zimanê biyanî diaxifin, ew  bi acêbe! Bi milyonan Kurd nikarin bi zimanê Kurdî bipeyvin, binvîsin û bixwêynin.

Pewîste ku rêxistinên Kurdan li ser kar û bare ziman û çand û edebîyat a Kurdî jî bisekinin.

Kurdên ku li dervê welat dijin, pirsgirêk ên wan jî ser ziman û çanda Kurdî heye. Pirên Kurd, dixwazin bi zimanê biyanî biaxifin û birûmet bikin! Her gelên bindest usa xwe piçûk dibînin û her dem dixwazin bi zimanê biyanî bipeyvin. Ew sedema psîkolojî ya bindestîyê ye.

Yorum bırakın