kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

PARASTINA ZIMAN PARASTINA WELATE

Posted by kaniyasor 6 Mart 2013

Kani Yado – 06.03.2013: Armanca tekoşîn a jiyanê hêsan kirina jiyanê û dilgeşîaaa-kaniyado.2 ya gel e. Gel bi jiyan a hêsanî şad dibe. Aramanca rêzan jî ew e. Armanc a rêzanî ya Kurdîstan jî bextiyarî ya netewe ye. Aramanc a yekem hewceyî ya perwerdebûna gel bi zimanê Kurdî ye.

Şera azadî ya neteweyî de mirov nikare pirsgêreka zimanê neteweyî  paşda bavên. Jêdûrketin a zimanê xwe dûrketin a gelê xwe, dûrketin a gelê xwe dûrketin a welat e. Pir kes hene di bajarên xwe de ji malbat û ji  derdor û ji gelê xwe dûr ketin e. Jiyan bi tenhayî ne siyasete. Di jiyanê de zanistî û çand û edebiyat û ziman jî heye!

Eger mirov bi zimanê xwe  xeyal neke û bi zimanê xwe xewn nebîne kesitî ya wî lime lime dibe.

Her kes bi rûmet, bi dil û şewq, her roj jiyana xwe de bi granî ser ziman û edebiyat a Kurdî kar bike çê nabe?

Mirovên azad, rêxistin ên azad e. Kesên wek mîh girêdariyê wan bi  zordestan û dewletan e. Gemarî ya wan hewceyî ya mirovatî nine!

Rêxistinên azad welatek azad e. Kurd li welatê xwe dije. Mirov dikare welatê xwe, bajar û kûçe ya xwe de dibîstana zimanê xwe ava bike, ne ûsa ye?

Karên pratîk ên neteweye ên pratîkên siyasetê ye.  Ne bi siyaset a qerbelek bimeşin, bi siyaset a netewî bimeşin! Siyaset a neteweyî ne tarî ye, gelek zelale. Hewceyî ya siyaseta zelal gori kesên zelalın. Tarîtî jiyan a kesên tarî ne. Îro hemû gelên cîhanê dixwazin di ronahî de jiyan a xwe ava bikin.

Jiyana civakî de têkilî û slav dayîn û slav girtin gelek grînge. Slav dayîn slav girtin zimanê dil e. Jiyan û têkilî ya jiyanê bêrêzî dibe? Mirov bi hezkirin a mirov birûmet e. Rûmet a jiyanê bi perwerde û zimanê Tirkî jiyana Kurdan de cîh nagire û ji bo Kurdan bêgiyan e.

Ji bo Kurdan pêwiste ku Kurd bi ziman û jiyan a neteweyî de kamran bin û ji bo serxwebûn û azadî ya welat her roj xwe di ronahî ya zanistî de perwerde bikin. Lê boyi perwerdebûna zimanê Kurdî yên lîteratûrî û disîplîn ên zanistî pêwist e.

Ger mirov bizane ku, pêşketin û parastin û perwerde yê ziman ê Kurdî, parastin a Kurdîstan’ê ye.

Hîn bûn û rizgar kirina  ziman ê bindest, ji bo azad kirina Kurdîstana bindest gelek girînge. Kes bi zimanê xwe tê nas kirin. Gelê Kurd jî bi zimanê Kurdî tê naskirin. Nasname ya veşartî di hereşe ya wendabûn û di hereşe ya mirinê de ye.

Gelê Kurd çawa her dem bi nasname ya xwe ê veşartî jiyana xwe bajo? Bi mîlyonan kesên Kurd bi vî veşartinê de wenda bûn. Kesên bin bandûra Kemalîzmê de dijîn jî xweveşartinê de wenda dibin.

Eger mirov bi zimanê zordestan biaxive û bi çand a dagirkeran jiyan bike, wendabûna wan gelek bieş e. Ew ser rê ya wan dimeşin û ser rêça wan dileyzin! Bi vî awa xewn û xeyal û raman bi zimanê dagirkeran çê dibe.

Gelê Kurd bican û bidil hemberê dagirkeran bin, hemberê zimanê wan zimanê xwe hîn dibin. Lê bi tesîr a perwerde ya dagirkeran çawa mirov nikare li zimanê xwe xwedîderkeve?

Biryara xwedîderketina zimanê Kurdî pir bizehmet e gelo?

Jiyana  gelên bindest her dem bi nakokî ye. Pirên şoreşger ên Kurd jî zimanê xwe nizanin an jî kêm dizanin.

Her bûyer ên jiyanê de tevger ên mirov, têkilî bi dilgeşî û raman ên mirov sedem û encam ên wan hene. Mirov bê sedem çawa dilgeş dibe? Mirov, bi temaşe kirina şanoyek pêkenok ê Kurdî, bi guhdarî ya helbestek bi manedar û ahengek xweşik, stranek bi Kurdî ji warên Kurdîstanê gelek kêfxweş dike. Boyi vî kêfxweşiyê têgihiştin a ziman pêwîst e.

Yorum bırakın