kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

MÊRO MÊRO CAMÊRO!

Posted by kaniyasor 29 Ocak 2014

MÊRO MÊRO CAMÊRO!

Helbest: Kani yado – 27.01.2014

Gelek tişt heneaaa-kaniyado.2
balkêş e
kertî ya keran,
mêranî ya mêran
çoyê paş kûnan
tirsên camêran

Mêr mêr e,
ne şêr e
ne camêr e.
Şêr şêr e,
an mê ye,
an nêr e.
Şêrê hov,
gur ê hov birêz e?

Beraz a belengaz,
navê xwe bitirs e.
Navê rovî derketî ye,
lê rêzanên mêran
bi dîn,
bi îman,
bi hunerîya dizî
çav berdane mirîşkan.

Çoyên mêran
li ser serê jinan teq û req e.
Mêro mêro tu camêrî?
Mêr ne bê tirs e.
Ji tirsên xwe,
çoyên mêranî
ji bo jinên belangaz
her dem
paş kûna camêran veşartî ye.

Giranbahî ya camêran
hovîtî û rovîtî ya rêzanî ya wan
rêzdayî ya mêran gelek bikêf e.
Heylo heylo kêf çi kêf e!
Heylo heylo mêrxaso!
Mêro mêro camêro,
welle ku tu camêrî!
Camêro camêro
tu birastî camêrî?

Heylo heylo, mêrê bin gûniyan!
dest daye ser azadî ya gel!
bi tirsên xwe bindestî camêro!
Ew çi ço ye paş kûna te mêrxaso?
Mêro mêro tu çi mêrî!
Mêro mêro tu çi camêrî!
Çoyê te paş kûna te ye
tirsa te paş ço yê te ye.
Çoyo çoyo, ço yê tirsonek,
tirsonekî ne bi henekî
Heylo heylo ku tu camêrî,
lo welle to pir mêrî!

Mêro mêro serkevir û serhişko.
Serhişk piçûk bû wek mişk.
Serhişk di qula mişk
wek mişk tê girtin.
Qedero, qedero tu çi qederî!
Qêrîna Serok Saddam wek kerê reş û nêr,
boç xelek û çav belek,
diziriya û erd dihêjiya
diziriya û ezman diqelişiya.
Bi zirîn û qêrîna kerê nêr
heft cihan hîşyar bû
û
hêrîş havîtin ser serokên Ereban
serok ketin bin gunîyan.
serok bazdan qulikên mişkan
dilerzîya wek mirîşkan,

Şerek bi navê şerê cihanê bû
û erd hêjiya.
Serokên serokan,
mêrê mêran
û dîkê mirîşkan,
şahê şahan,
camêrê camêran
û mêrxasan,
bi tirsên xwe û camêrtî yên xwe
di qulikê mişkan de hatin girtin.
Mêro mêro camêro!
Tu bi kertîya xwe ketî vî halî.

Heyylo heylo!
Wele ku tu camêrî!
Him mêrî,
him merxas him camêri?
Nere jor nere jor!
Jor de ketin mirin a dawî ye,
mirin a bêrêz e.

Eyyyyyt rê bidin mêr hatin!
Mêrên camêr
camêr ên mêrxas
mêrxasên rênas
Rêzanî ji boyî mêranî,
olên mêran,
sazûmanên mêran
Boyî mêrên camêr ava bûn.
Boyî mêrên nêr ava bûn.
Boyî nêranî ya mêranî ava bûn.

Kani Yado – 27.01.2014

Yorum bırakın