kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

Jiyan Kene, Tu Bi Xwe Nekene!

Posted by kaniyasor 14 Ekim 2014

Kani Yado – 14.10.2014:

Dem heye mirov nikare bikene. Dem heye mirov bi kenê xwe dikene. Dem heye jî mirov bi rewşa xwerojbasdede-e1413219006683 dikene. Coşîn û qêrîn jiyana me de giringe. Jiyana bêken wek gorîstana bêdenge.

Min pir caran dît ku Kurd bi ziman û çanda xwe dikenin. Ew nizanin ku, eger Kurd bi xwe û rûmetiya xwe bikenin, dinya alem bi Kurdan dikenin û Kurd li ser axa xwe, xwe wenda dikin.

Di cihanê de her kes bi zimanê xwe perwerde dibe, bi zimanê xwe  xwendina xwe pêşdixine û pirsgirêkek çê nabe. Lê di Kurdistanê de pirgirêk çê dibe. va mijara çawa çareser dibe?

Ez bi Kurdî dinivîsim, gündiyên min “amca Türkçe de yaz biz de anliyak” dibêjin. Ez serê xwe li dîwêr dixim, porê xwe  ji serê xwe yê gurî dikişim û xwe helak dikim lê çareser nabe. Bi vî rewşa Kurdan de ez gelek baş dizanim ku, boy me dewlet û perwerdeyîya neteweyî pêwîste.

Bi rastî jijana Kurdan wek pêkenoke. Dema ku, mijara siyasetê vedibe kenek bi min digire û bi kenan zikê min dêşe û ez helak dibim. Her kes bi siyaseta Kurdan dimeşin lê zimanê xwe bîr dikin. Siyaseta Kurdan bê zimanê Kurd çawa dibe? Kurd bi zimanê  Kurdî tê naskirin, ew çi tor xwe didin naskirin?

Em ji bo çi nav şerê neteweyî de ne?

Ji bo neteweya Kurd û rûmetên Kurd. Boy rûmet wek zimanê Kurdî em  dimirin, em di siyasetê de dimeşin, em şad dibin, em dibezin, diqêrin û bergerîna me ji Xwudayê erd û ezmanan boy  azadiya gele.

Hinek jî hene çar  peyvên Kurdî dizanin, bi çar peyvan îdare dikin. Were here, Bixwe û vebixwe! Gelo bi çar peyvan zimanê Kurdî çi tor xwe serrast dike û xwe pêşbixîne?

Xemla wêje ya Kurd, xemla helbestên Kurdî û çîrokên Kurdî bi peyv û mefhûman çê dibe, ne wûsa ye?

Ziman jî wek zoraka piçûke. Her kes pêwîste ku zarokê piçûk biparêze û perwerde bike. Hînbûna zimanê çûkan jî bi vî avaye. Keda perwerdeya zimanê Kurdî gelek zêdeye.

Boy hînbûna zimanê Kurdî perwerde û ked pêwiste. Bê ked dayînê mirov nikare tiştek çê bike.

Her rûmetên me wek zimanê me dewlemenin û bi maneye. Xwudayê me, xwediyê erd û ezmanan û galaksiyane. Xwedayê me bedewiya giyana xwezaye. Xweza û civak wek gul û gulîstan bi hevre dijîn. Roj û ronahî li ser me hemberê tarîtiyê dibiriqe.

Zimanê Kurdî gelek dewlemende. Pêyv û hevok ên Kurdan navenda zimanên herêma me de bi teybetiya xwe ji bo Kurdan amade ye. Eger ez mînakek bi pirsek zelal bidim, mijar tê famkirin:

Mirov çi davêje mirov?

1-Mirov gul davêje mirov

2-Mirov kevir davêje mirov

3-Mirov serî davêje mirov

4-Mirov girmik davêje mirov

5-Mirov poste davêje mirov

6-Mirov buxtan davêje mirov

7-Mirov maç davêje mirov

8-Mirov kulîlk davêje mirov

9-Mirov hêk davêje mirov

10-Mirov peyv davêje mirov

Di mînak de çawa we dît, bi peyva havêtin de ji dehan zêdetir hevok çê dibin. Eger em zimanê xwe wenda nekin xewn û xeyalên me jî dewlemend dibin. Bi qêrînan, bi gaziyan bang li hev bikin û xwedî li zimanê Kurdî derbikevin.

Ez hosiyek piçûk li we bikim?

Qantir bêqedire bê baweriye. Kes nizane çi wextê pêhîn davêje! Wek dayika xwe biaqile, wek bavê xwe bêaqıle, lê bi xwe tev li heve. Siyaset û siyasetmedar û oldarên wek qantir bê evîn û bê hêvî bê rûmetin. Eger siyaset û siyasetmedar armanca xwe ê Kurdayî ne hevîne, ew bê evîn dimîne.

Yorum bırakın