kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

JİYAN Û GİYAN

Posted by kaniyasor 29 Nisan 2015

Kanî Yado – 29.04.2015rojbasdede-e1413219006683

Navê xwediyê erd û ezmanan Xweda ye. Pêwendî ya mirov û Xweda giyanî ye. Dîdarî ya Xweda  xweza ye.

Xweda xweza afirand; xweza bi av û hewa, bi deşt û çiya, bi newal û derya cihan çê kir.

Jiyan a mirov û civak li ser cihan ava bû.

Li ser cihan, ajal û mirov û der û dor û can û canan, gul û kulîlk; evîn û evîndarî dije.

Bi hezar sedsalan pêş hedretî Nuh û Hedretî Adem, Xweda yê erd û ezmanan ji dilê xwe jiyan ava kir.

Bav û dayîk ên bedew bi ser, ser bi hiş afirand.

Ji dayîkan keç û ged bûn.

Bi por û rû; rû bi poz, poz bi du firnik, du guhş çê bû û çav û birî, dev û ziman, ziman bi deng, deng bi stran û zan; du dest bi deh tilî û du pê bi deh bêçî, yek dil û du gurçik, du kezep yek sipî yek reş çê bû. Bi çavan dît, bi guhş bihîst, bi poz bêhn girt, bi hiş û raman ji guran û şêran şer, ji masiyan ajne, ji têyran firîn hîn bû.

Mirov, wek darên bi gulî û pel û kulîlk jiyandare.

Mirov û ajal û gul û kulîlk mê û nêr e.

Mêr û jin du car, sê car, çar car zêde bûn û êşir ava bû, ji êşîr millet, ji millet dewlet çê bû.

Raman bi ziman tê holê.

Kurd bi zimanê Kurdî dipeyvin û dinivisînin û dixwînin.

Kurd karê xwe  bi navê Xweda’yê mîhrîvanê dilovîn dest pê dikin.

Mirov dikare boy berjewendî ya gel û aşitî ya civakî ber Xweda bigere. Xweda yê erd û ezmanan hemû zimanan dizane.

Bergerandina Kurdan bi zimanê xwe pêwîste.

Ereb bi zimanê Erebî dûa dikin.

Alman bi zimanê xwe, Tirk bi zimanê xwe, Kurd bi zimanê xwe ber Xweda digerin.

Gelek Kurdên nezan hene, ji nezanî ya xwe, bi zimanê Tirkî an jî bi zimanê Erebî dua dikin.

Ew çi sosretî ye!

Kurd bi ziman û çanda xwe Kurde. Kurd bê zimanê Kurdî çiye?

Jiyanek bi rûmet, ji bo dewlemendiya neteweyî pêwîste.

Mirov çawa dije?

Mirov û civak bi azadiya jiyanê û bi dilê xwe dije.

Zordest ango diqtator wek gurê dujminê pez e.

Mirov an jî civak bi jiyanek azad bextiyar e.

Jiyan wek qedere, lê kes an jî netewe bi destê xwe qedera xwe ava dike. Kes  ker be her kes lê siwar dibe.

Ol û oldarên çolê mêjiyê Kurdan xerab kirin, tengasî ya rojane ewe. Mêjiyê birîndar nikare rast bifikire.

Kes bi kesayetek tendurustî dikare rast bifikire.

Di jiyanek bindest de yek serok û pir binok hene. Serokatiya gel bi îradeya gel tê holê. Bêguman di demokrasiyan de gel serfîraze. Serok nikarin li gel siwar bin û bajon.

Pêwîste ku Kurd bi zimanê dayîka xwe der dora xwe nas bike.

Zimanê Tirkî û zimanê Erebî ji boy me zimanê biyanîne.

Xweda bi evîna giyanî tê hezkirin. Ango, Xweda mirov û xweza û ajal û gul û kulilk ji evîndarî ya xwe afirand.

Baweriya Xweda de tirs tune, hez kirin û evîn heye.

Yorum bırakın