kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

HOVÎ Û ŞAREZATÎ

Posted by kaniyasor 3 Temmuz 2015

Kanî Yado – 03.07.2015rojbasdede-e1413219006683

Xweza bi bingeha erênî û nerênî hat afirandin. Civak û jiyana bûjen jî li ser vî rastî ava bûne. Kes bingeha civak e. Kes xwedî yê du jiyanan e. Yek jiyana bujenî ye, yek jiyana giyanî ye. Bi zimanê zanistî, yek obje ye, yek subje ye.

Di zanistiyê de rast û çewt hevre dimeşin. Rast bi tenê bi serê xwe bêwate ye.

Çewtî birayê rastîyê ye. Di ramana zanistîyê de rastî û nerastî, xeyr û nexêrî rastî ya jiyanî ye.

Di hêjmarên heyînî û hejmarên neyînî zanistî ya mantiq û matematîkê nîne?

Gelo, bi vî awa restî çiye?  Rastî, hevaltî ya çewt û rast e.

Em bi kurtî dikarin bêjin, çêyî û neçêyî, heyîn û neyîn, erênî û nerênî hevre rastî ye. Di jiyan a mirov de bûjen û giyan jî hevre rastî ya jiyanê ye.

Gelek mirovên bi hişê tarî hene, tarîtî ya paşverû û çand a çol a hov wek rûmet ên Kurdan diramîn.  Kemalîzm û çand û bawerî ya çol a hov, ne rûmetên Kurdanin. Bawerî ya çolê, zagona hovîtî ya çolê ye.

Her derewên çole bi navê ‘Ellah’ tê gotin. Kevneşop a serjêkirin û frotin a jinên bindest(cariye) ji bawerî ya hovan e. Di çand û kevneşopî ya qeşmerên çolê de her qefçilî heye.

Pêwîste ku, Bakur û Başûr, Rojava û Rojhelat bi yekîtiyek wateyî xwe ji wan biparêzin.

Hemberê derewên kevneşopî û olî û şûr a tûj rexne bi zimanê zanistî çê nabe!

Rexne kevir e. kevir hişk e, ser û bask û pê û pişt dişke! Mirov eger binbîra xwe ji paşverû yê hov pakij neke, jiyana peşverû yê kevneşopî dom dike. Binbîra mirov de siya Kemalîzmê û bandûra çanda tarîtî ya çolê hebe, ne zanîngeh, ne rexne ne jî  şîret kar dike.

Jiyan û çand a hov ên kevneperest tarî û bê wiyan e. Di jiyan û ol û kevneşopên wan de bêxawênî û nefstenikî û doxinsistî gelek zêde ye. Ol û îbadet ji boy  hovî ya wan çareserî nîne. Xezeb a Xweda wek bombayên mirinê li ser wan dibarin! Devê hovan xwînî û bîhnî, destê û dil ê wan gemar e. Xweda mirov û mirovatî ji hovên kevneperestan biparêze.

Di dîroka cîhanê de beşa dîroka şerazatî cîhek gelek girîng girtiye. Mirov dikare bêje şerazatî rohanî, sazûmanên barbarî tarîtîye.

Di dîrokê de sedema hêrîşên li ser welatên şarezatî barbariye. Şarezatiya Misirê û şarezatiya Mezopamyayê û Anatolya bi hêrîşen barbarên çolê hatin hilweşandin.

Me di dîroka Kurdîstanê de dîd ku, jiyana şerezatî ya ronahî di tarîtiya derewên dagirkerên çolê, ango bi zordestiya Erep û Tirkan de wenda bû.

Gelên heremê bi derewên olî, bi navê Xuda yê erde û ezmanan hatin xapandin. Derewên rûreşan, rewşa gelên cihanê vêran kir.  Îro jî li ser mêjiyên Kurdan zor û zordestî heye. Kes nikare bi mêjî û hişê xwe bifikire! Bi ezberên derewan difikirin û bi talîmatên zordestan  gavan davên!

Zordest bi navên belengazan difikire! Bingeha sazûmanên rûreşan de her dem xapandin heye! Ol û îdeolojî ya fermî zor û zordestî ye.

Barbarên rûreş dixwazin bi sazûmana barbarî, bi rengê olî mêjiyê gel de cîh bigirin û bi derewên bêbingeh bigirin bin nîrên xwe.

Yorum bırakın