kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

Jiyana Paşverûyî û Durûyî

Posted by kaniyasor 6 Ekim 2016

k.y.Kani Yado – 06.10.2016:

Astengiyek mezin hemberê Kurdên Bakûr heye. Devlata Tirk û siyasetmedarên Kurdên Bakûr dest dane hev û asîmîlsyona Kurdan amade dikin!

Gelê Kurdên Bakûr hemberê vî astengiya pêwîste ku, zaroken xwe bi zimanê Kurdî perwerde bikin, bi zimanek delal û zelal sernûva xwe û zarokên xwe ava bikin.

Zarokên Kurdan bi sazûmana perwerdeyî ya dewleta Tirk, bi zimanê Tirkî kesitiya xwe û kesitiya neteweyî wenda dikin. Bi vî awa bi sedema tesîr a perwerde ya dagirkeran bê rêz û bê zar û bê ziman dimînin.

Binbîr a gelên bindest her dem bi nakokî ye. Astengî ne ziman e, astengî mirov bi xwe ye. Her dem mirov dikare zimanê xwe hîn be, ango mirov dikare hemberê nêt a dewlet a Tirk bi zimanê Kurdî zanistiyê de jî karbixîne û pêş bixîne.

Zarokên Kurdan bi perwerde ya bi zimanê Tirkî û Erebî kesitiya xwe wenda dikin. Hembêza dayîka Kurdan de xewn û xeyal û evîn bi zimanê dayîkê xweş e.

Eger Kurd binbîra xwe de siya çölê û Kemalizmê paqij nekin, nikarin bi rûmetin Kurd jiyana xwe derbas bikin û rûyê xwe sipî, jiyana xwe bi rêngên neteweyî bajon.

Bingeha radîkalîzma wan de siya Kemalizmê heye. Bingeha îslamîzmê de jî tarîtiya Erebên rûreş û hov heye…

Tajiyên dagirkeran çima bê rûmetên neteweyî dijîn?

Li ser serê mirovên paşverû çav hebin û nebînin, di serê mirov de mêjî hebe hiş tunebe, mirov laşek bê îradeye. Çavên wan kor, guşkên wan ker, devê wan bêkenin!

Em çima nakenin?

Kes bi mejî yê serê xwe difikire?

Her kes bi blûra serok ê xwe tere ser avê. Hey lo heylo! Va çi tarîtî û bêrûmetiye! Çav çavan nabîne!

Siyaset a “Türkiyelilik” siyasetek bêrûmet û sosret e. Pêwîste ku her kes vî sosretiya bêrêz rexne bike û siyaset û stratejî ya neteweyî hembêz bike. Bi vî şiklê yekîtî çê dibe.

Tırk û Ereb û misyonerên wan mala me xirab kirin, aqil ji serê me girtin û mêjîyên me de qereqolên xwe ava kirin.

Gel qereqolên dagirkeran ji welatê xwe, îdeolojiyên wan ji mêjiyên xwe paqij nekin sefîraz nabin!

Bi paqijiya giyanî û paqijîya jiyana xweza, bi paqijiya civakî welat û mêjî û dilê me jî pak û zelal û delal dibe.

Em bi zimanê dagirkerên bêbext bifikrin çê dibe? Kurd bi şiklê neteweyî ji gul û kulîlkên çiyayên Kurdîstanê jiyana rengîn de bimeşin çê nabe? Jiyana netewejî jiyana serxwebûn û azad e.

Tev Ereb û Tirkên bêbext ne hevaltî, ne cîrantî ne jî hevre jiyan dibe. Ew bi derewên xwe pifê ezmanan dikin, ezman diqelêşin.

Xweza bi zogana xwe yê taybetî dije û mirov perçeyê xweza ye. Mirov ji xweza dûr bikeve û herin derdorên sazûmanên hovan ên derewîn, xweza û mirov ji hev dûr dikevin û jiyan tevlihev dibe. Gazî ya me ewe!

Ol û îdeolojî ya Ereban û ola Kemalîzmê ne ji boy netewe ya Kurdan e. Ol û kewneşopî ya Ereban ne çanda meye. Çanda Kurdan ji çanda Mezopotamî hat û bi hezaran sal demek dirêj dije. Eger mirov çand a xwe bîrbike û bi çand a Ereb an jî çand a Tırk jiyan a xwe derbas bike, ew kes bi şiklê Kurdayî nikare bimeşe.

Eger siyaset li ser bingeha olan ava be, ew siyaset, wek siyaseta AKP rezîl û sosret dibe û aqlê Kurdan bi ol û siyaset û çanda Ereb û Tirkan çeqilmast dibe…

 

Yorum bırakın