kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

OLDARÎYA ÇOLÊ HOVÎTΠYE

Posted by kaniyasor 31 Ekim 2016

k.y.Kani Yado – 31.10.2016:

Hemû olên çolê û bingeha wan bêgoman hovîtiye! Dijmin ê barbar wek marê bi jahr e. Ol û çanda wan wek jahra maran e. Bin siya tarîtiya wan de jiyan bêrûmet e.

Bindestî û kevneperestî  birînek kûre û dilop dilop xwîn diherike û birîn jan dide.

Hov bi hovîtî dimeşin. Ol û siyaset a wan, zagona hovîtiyê ye. Ew her dem bi navê Xweda derewan dikin û tade dikin.

Derewên wan ên olî, civakî û siyasî ne rûmetên Kurdan in. Kurd bi rûmetên xwe yên neteweyî Kurdin.

Her şer ne şerê neteweyî ye. Şerê aborî û bazirganî heye, şerê navneteweyî heye, şerê taşeronî heye…

Jiyana kevneperestî de aşîret hemberê aşîretan şer dikirin, gundî jî hemberê gundîyan şer dikirim. Şerên navgundî birêz e?

Jiboy mirişkan, golikan û zorokan û kûçıkan şer dikin. Me dipirsîya : Hûn çima şer dikin? Digoten, golikên wan ketîye zevîyê me.

Hey lo hey lo! Boy golikan şer dikin! Nika jî boy dîn şer dikin.

Bi şerê dînên bê îman gelan dîn dikin! Ango şerê olên kevneperest wek pêkenok e. Dîn karê dînane, ew çima boy dîn şer dikin? Ew hemû dînin dîn…

Erebên çolê, Tirkên bêbext û xwînxwar û gûxwar û hov, Erebên derewîn tofanek mezin hanî serê Kurdan, Kurd çawa iflah dibin?

Em dikarin hemberê DAEŞ’ê şer bikin, lê mêjiyê me mêjiyê Ereban nîne? Mêjiyê IŞİD’ê jî mêjiyê Ereban e. Em çawa ji mejî ya tarî cûda dibin?

Bê serxwebûn Kurdîstan azad nabe. Bê azadî Kurdîstan a serxwebûn jî zîndane.

Jiyan li ser bingeha derewên Ereban û Tikan ava be, bê rûmete.

Piraniya Kurdan jî serpêçik û pifikçîne, lê biryara serxwebûna Kurdîstanê vîjdana mirovatî ya cihanê dide.

Mirovên b’aqil dîroka mirovatî dinivîsînin… Gûxwariya dagirkeran û serokatiya zordestiya siyasî, jiyana giyanî bindest dike. Ew bindestî encamî ye. Encamî ya belangazî û xizanî!

Xwastina min ji Xwedayê erd û ezmanan, her dem ala me li jor, serê me li jor, eniya me spî be.

Bê azadî û serxwebûn, jiyan ne jiyana birêze. Siyaset ol a hemdemîye. Bi rastiyê de, çep û rastên Tırkan û Kurdan ne demoqratın. Eger ol û siyasetê wan de azadî û demoqratî hebûna, me jî di pêkenokên xwe de serokên xwe dikir ker û em li kerê xwe siwar dibûn.

Bi rastî, eger kes li kerê xwe siwar nebe, ker li mirov siwar dibe. Gelo ne raste?

Kurd bi rûmetên xwe, ango bi rûmetên neteweyî mirovin, Ereb û Tirk bi rûreşî û munafiqî ya xwe Îslamin.

Kurd tev Ereban û Tırkan hemberê Xweda suçdar bûn. Biratîya wan dema Emewî, Selçûkî, Osmanî û Tırkiye li ser koledarîya ummet a hov bû.

Kurd bi xwîn a xwe kefaret a xwe dide. Her roj xwîn diherike. Xweda tev rastîyê ye. Gelo, bı derew û virên siyasi û dînî mirov pakij nabe.

 

Yorum bırakın