kaniyasor

kaniyasor.WordPress.com

Kurd Hatin Xapandin Çiya Melûl Bûn Rebeno

Posted by kaniyasor 9 Kasım 2016

k.y.Kanî Yado – 09.11.2016

Em him azadî û serxwebûna Kurdan dixwazin, him jî bi zimanê Tirkî siyaseta xwe ava dikin. Va çi sosretiye gelo?

Em çima zimanê xwe napeyvin û bi zimanê xwe nanivîsin?

Lê em dizanin ziman zimane, him Tirkî dipeyvin, him jî Kurdî. Ziman di devê mirovde ye. Dev şekok jî dixwe, hingiv jî dixwe!

Mirov zimanê dakirkerê xwe bizane başe, lê zimanê xwe nepeyve kevirê rûmetên Kurdîstane li ser serê mirov dibare!

Bi rastî siyaseta sosret gelek qeşmere.

Kurd bi ziman û çanda xwe Kurdin. Kurd bê zimanê Kurdî çawa jiyana xwe bi rûmetên Kurd dajon?

Jiyanek bi rûmet, bo dewlemendiya jiyana neteweyî pêwîste. Kurd bê rûmetên xwe çawa dijîn?

Mirov û civak bi azadiya jiyanê û bi dilê xwe kamraniyê de dije; ango, mirov an jî civak bi jiyanek azad bextiyar e.

Kes an jî netewe bi destê xwe qedera xwe ava dike. Kes  bindest be, her kes lê siwar dibe. Boy vî sedemê, em dibêjin serxwebûn pêwiste.

Binbîra mirov de taritiya Ereb û Tirkan cîh bigire, mêjiyê Kurdan jî bi birîna kûr nexweş dikeve. Tengasî ewe. Mêjiyê birîndar nikare rast bifikire. Kes bi kesayetiya  tendurustî dikare rast bifikire.

Bêguman, Kurd bi zimanê dayîka xwe bifikirin, xwevn û xeyalên xwe bibînin, jiyanek xweş dajon. Pêwiste ku, em bi zimanê xwe, xwe  nasbikin û naskirin bidin.

Zimanê Tirkî û zimanê Erebî, boy me zimanê biyanîne. Mirov bi zimanê biyanî çawa xwe naskirin bide?

Her roj sloganê bê rûmet tên havêtin. “Bijî biratîya gelan”, “bijî hevaltiya bêbextan”, “her bijî dew û çurtan, bê we jiyan nabe!” Va çi sosretiye?

Armanca  siyaseta kûr û veşartî de, tarîtî û daf heye.

salên zarokatiya me de, kıras û derpe û serpêçikî boy me gelek modern bû. Îro boy jiyana Kurdan gelek hewceyî hene lê peşketin tune!

Binbîra jiyana bindest gelek nexweşe û bingehê de pirsgirêkek mezin heye.

Mişk jî wek hemû hejalan hewceyî ya xweza ye. Lê her tişt tev hemberî ya xwe dije. Mişk zînde ye lê mişkê mirar mirî ye. Mişk mişke, ker kere. Ker mezine an mişk mezine?

Em nizanim mezintî çiye?

Terazî ya rastiyê dest kê de ye?

Çi mezine, çi piçûke? Çi qirêjiye çi nîne, ezê belengaz çawa bizanim? Lê, ez dizanim ku, pakî û qirêjî, piçûk û mezintî hevre rastîye.

Ez qirêj nefikrim, tu çawa pak difikirî? Va rewşa hevaltî ya çewtî û rastiyê ye. Carek din jî hiş tevhev bû?

Mêjî dîsa ecêp û mat e. Dar û kevir li ser me dibare! Paşverûyî xêrnexwaze. Kesên paşverû hevûdu naxwazin û ne ramûsin.

Ew bi bêhişiya xwe rêberiya ol û siyaset û îdeolojiya neyarê xwe dikin. Karê siyaseta yekîtiya Kurdan bi vî sedema kûr astengiyê de bê encam dimîne.

Mirov û kûna mirov navgundî be, nezanî û xizanî, birçîtî û belangazî li ber deriya mal û malbatan û gund û bajarane.

Kesên paşverû hevdu naxwazin û xêrnexwazin. Şerê vî gund û hemberî gund şerê navgundiye.

Şerê paşverû şerê gundî û şerê navgundî bûn. Gundîtî ya paşverû her dem şûndekaşin û zehmetkêşin.

Xwedayê erd û ezmanan Xwedayê rastiyê ye. Em rastin û ser  rê ya rastiye dimeşin.

Yorum bırakın